Bi bayê sar ê bihara Kurdistanê re tevahî gerîlayan çavên xwe ji roja nû re vekiribûn û bi kelecanî amadekariyên çûyîna li cem hevalên xwe dikirin. Dema gotûbêja rêya Girê Genca pêş diket, hevalên ku li cihê Girê Genca mabûn bi eşqekî mezin behsa gir dikirin û bi taybetî hilbûna rojê û xwezaya wê li ser tevahî hevalan bandoriyek dabû avakirin. Ev xweşikbûyîn xwe ji her milî ve dida teyisandin. Dema em ketin li ser rêya Girê Genca ew kelacaniya hevalan bi me re jî çêbibû û tevahî koma gerîla bi mereq ketibûn li ser rêya Genca. Tevahî şîverêyên ku diçin wargehên gerîla dirêj in û pir caran di nava cihên asê re derbas dibin. Carnan ev şîverê dişibe pêlakana, carnan jî weke nîrvana tu her û her dihilkişî û dawiya wê nayê. Di dawiya rê de xwe gihandina lûtkeyê ye û ji destê gerîlayek tasek ava sar vexwarin, tevahî westandina heyî dide derbaskirin. Bi hîskirina hevaltiya rast re kenek û bi dilgermî peyva ‘quwet be heval’, tevahî zehmetî û westandina heyî dide jibîrkirin. Ev yek wek çandek ango wek kevneşopiyek di nava Tevgera Hevaltiya Komînalîst de tê berdewamkirin û ji mirovan re dibe hêza jiyanê ya herî bingehîn. Ji ber ku ev nêzîkatî ji fikrandin û felsefeya jiyanekî ve tê raberkirin. Yek ji tişta ku gerîla ji mirovên din cuda dike jî ev yek e. Jiyan bi hezkirin û parvekirina di navbera mirovan de tê jiyankirin. Hêza ku gerîla di nava van çiyayên asê de digre yek jî ev sedem e. Rêber Apo di encama têkoşînek bi wate de li Kurdistanê rastiyeke wiha daye avakirin û daye jiyankirin.
Meşa ku ber bi girê Genca bi hilbûna rojê ve hatibû destpêkirin bi kelacanî berdewam dikir. Her ku diçû şîverêya gir dirêj dibû û germahiya rojê jî zêde dibû. Ev yek ji milekî ve li ser meşa koma gerîla bandoriyek dida avakirin. Dema em nêzî lûtkeyê bûn hevalekî ku cihê hevalan nas dikir destê xwe rakir û got: “Heval cihê hevalan li navserêye û kêm ma em bigihîjîn cem hevalan!” Tevahî hevalan serê xwe bi hev re rakirin û bi destên xwe ji çavên xwe re sih çêkirin û cihê ku hatiye nîşandan meyze kirin. Hevalekî ji nava komê bi dengekî bilind û bi ken got: “Tenê teyrê baz dikarin di nava van zinaran de hêlîn çêbikin û jiyan bikin.” Ji nava komê hevalek bi dengekî ji xwe bawer bang kir: “Ji xwe gerîla teyrê baz in. Cihê wan her tim di nava zinaran de ne û di cihên asê de jiyan dikin.” Bi van gotinan wargeha gerîla da pênasekirin. Ev gotin rastiya jiyana gerîla radixist ber çavan. Weke teyrê baz di nava zinarên herî asê de hêlîn çêkirin û jiyana xwe avakirin hêz û baweriyekê dixwaze. Rastiya Rêber Apo jiyaneke ku li ser hîmê wateya rast afirandiye û ev jiyana bêhna rastiyê jê tê di nava lûtkeyên çiyayan de tê jiyankirin.
Koma gerîla dema gihîşte wargehê, ji wargehê komek gerîla hatin pêşiya hevalên ku hatine û bi kelacanî tevahî heval pêşwazî kirin. Meşa ku bi seatan ajotî bû li vir bi dawî bibû û bi ditîna hevalan ve tevahî westandin hatibû jibîrkirin. Çaya ku li ser agir hatibû çêkirin li ber sohbetên germ ên hevalan dihat vexwarin. Roj hêdî hêdî diçû ava û cihê xwe ji şevê re dihêla. Dema roj diçû ava tabloyek ku mirov li tu deverên din nikare peyda bike derdiket berçavan. Ji rengê sor asîman hatibû girtin û ji milekî ve rengê şîn hebûna xwe dida diyarkirin. Vê tabloyê tevahî koma me bandor kiribû û tevahî hevalan bi gotina ‘em niha fêm dikin ku çima heval ewqasî behsa girê Genca dikin. Ev tablo li her derî nayê dîtin’ xweşkibûna wargeha gerîla didan pênasekirin. Di lûtkeyan de jiyana gerîla şopandin û jê re şahidî kirin dibe bûyerekî dîrokî û bi watedar. Roj ji bo me koma gerîla bi meşekî bê rawestan hatibû destpêkirin û bi dawîbûna rojê ve xilas dibû. Cihê vê yekê şevekî ku bi asîmanê şîn û bi stêrkan hatiye xemilandin ve berdawam dikir.
Di nava jiyana gerîla de cihê roj û şevê ji hevdû her tim cûda ye û wateyek pir girîng lê tê barkirin. Meşên herî dirêj û kêliyên herî bi talûke di nava van şevan de diqewime û bîranîna herî bi watedar jî di wan deman de diqewimin. Ji ber wê jî wateya şevê ji bo gerîla cûda ye. Pir caran jiyan ji bo wan şev destpê dike û didome. Tarîtiya şevê û di asîmanên şîn de teyîsandina stêrkan dibe ronahiya şîverêya gerîla. Heyva ku bûye çarde şevî mîna rojê li asîmanan ji bo wan şewq vedide. Barê ku gerîla hilgirtiye û meşa ku bi seatan daye domandin, di gerîlayan de westandinek ava dike. Xwêdana ku li ser eniya wan kom bûye dilop dilop diherike û bi xwe re wateya rast a ked û têkoşînê derdixîne holê. Wateya keda rast û jiyana rast di van deman de xwe dide der. Ev gotin û rastî di kêliyên jiyana gerîla de tên jiyankirin.
Bi hilbûna rojê ve di wargeha gerîla de rojbaş hatibû kişandin û jiyan destpê kiribû. Tevahî derdor bi mijê hatibû dagirtin û rojê hemû tîrejên xwe berdabû li ser cihana me. Germahiya rojê hedî hedî laşê mirovan dipêçiya û ev germahî ji mirovan re wek senfoniya jiyanê dihat. Gerîlayê ku rojbaş kişandibû ji hevalan re çay amade kiribû û li cem agir benda hevalan bû. Tevahî heval bi dengê ‘Roj Baş’ şiyar bûn û piştî xwe komkirinekî dem kurtî bi hev re hatin ser taştê û çaya ku li ser agir hatibû germkirin vexwarin. Mija ku bi derketina rojê ve ava bibû her ku diçû zêde dibû û derdora wargeha gerîla dipêçiya. Carnan welê çêdibû ku mirov digot qey niha em li ser ewran jiyan dikin. Tevahî aso bi ewran ve hatibû dagirtin. Bandoriya vê atmosferê hêj di mirov de xilas nebibû komek kevok hatin pêşiya deriyê wargeha gerîla sekinîn û li me mêyze kirin. Hevalên ku nû çûbun gir bi kelacanî ber bi kevokan ve çûn. Kevok ji hevalan ne tirsiyan û di cihê xwe de man. Hevalekî ku bi ajalan re têkiliyekî taybet danîbû bi dengekî ken got ‘heval ew kevokê me ne û ev ne cara yekeme ku tên vir. Êdî fêrî me bûne û em jî wan xwedî dikin’. Ev têkiliya ku di navbera gerîla û ajalan de ya bi sehr ne cara yekem bû ku diqewîmî. Ji xwe gerîla di nava xwezayê de jiyan dike û bi ajalan re têkiliyên pir nêz ava dike. Ajalên ku herî zêde kedîkirina wan zehmete jî ji milê gerîla ve tên xwedîkirin. Ev kevok jî yek ji wan ajalan in. Tevahî atmosfera Girê Genca careke din xweşikbûna jiyana gerîla û xwezaya Kurdistanê radixist ber çavên me. Ev quntar berdewamiya rêzeçiyayên Zagrosan e. Xweşikbûn û xemla wê ji her milî ve cuda ye. Tevahî xwezaya Kurdistanê bi bedewiyên herî mezin hatiye xemilandin. Ev bedewî bi gerîla re hîn zêde bi watedar bûye. Li çiyayên Kurdistanê jiyan ji aliyê gerîlayan ve bi vî rengî hatiye sazkirin. Rastiya jiyana azad bi keda zarokên gelê Kurd li lûtkeyên çiyayan tê avakirin.